Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem, li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin. Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan, li têgihan digerin. Bi vî awayî, kesên ku kurdî kêm dizanin yan jî nizanin jî dikarin ji vê ferhengê sûdê wergirin.

Di vê ferhengê da, tenê têgihên zanista hiqûqê yên sereke hene. Di ferhengê da têgehên şaxên wekî hiqûqa sizayî, hiqûqa medenî, hiqûqa karî, hiqûqa bingehîn, hiqûqa gelemperî, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa kargêrî, hiqûqa bazirganî, hiqûqa îcrayî û herweha têgihên giştî yên hiqûqî cih digirin. Ji bo ku têgih bi hêsanî bihên famkirin, pênaseya wan û herweha hevokek mînak jî hatîye pêşkêşkirin. Di pênaseya têgihan da sûd ji nûtirîn çavkanîyên hiqûqî hatîye girtin. Herweha di pênaseya têgihan da pergalên hiqûqî yên cuda jî li ber çavan hatine girtin.


Ferhenga Têgihên Hiqûqê


224

Kurmanci

Ferheng-Kürtçe-Sözlük

2019




Bêjeyên Sereke

Ferhenga Têgihên Hiqûqê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number