FERHENGA TERMÊN MATEMATÎKÊ

Add to Favorites

FERHENGA TERMÊN MATEMATÎKÊ

Kurdî-Fransîngîlîzî-Almanî-Tîrkî

Tirkî-Kurdî

Dilawer Zeraq

Mem Wenda

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014359




Ji bo hemû zanistên pozîtîv matematîk xwedî girîngîyekê ye. Her wiha ji bo hemû alîyên jîyanê jî hewcetî bi rê û rêbaza mantiqa matematîkê heye; loma jî tê gotin, matematîk di nav jîyanê de ye û jîyan jî ji matematîkê pêk tê. Her wiha matematîk ku rê û rêbazeke hizirînê û zimanekî gerdûnî ye, di dinyaya me a îro de ku, her ku diçe pêşketinên cihêreng li xwe diqewimîne; û ji bo kesîde, komel, zanist û teknolojîyê biwareke bivênevê ye. Loma jî, di jîyana rojane de mirovên ku ev dîtin di xwe de mehandine û bergindên matematîkê, çi bi awayekî çendanî çi bi awayekî mantiqî û çi jî bi awayekî têgihî, peyde kirine di jîyana xwe de, karibûne di her babetê de, çi di nivîsên xwe çi jî di axaftinên xwe de bi hêsanî bergindên wan têgihan bi kar bînin. Matematîk wekî pênaseyê di tu qaliban de hilnayê. Lê em wekî pênaseyeke giştî dikarin bêjin ku; matematîk ew zanist e ku bi rêya aqil, li ser avanî û taybetîyên dirûv, jimar û geleyan hûr dibe û bi rêya zanistê têkilîyên di navbera wan de dide ber hûrgerînê; û her wiha matematîk li şaxên zanistê ên wekî zanîna jimarî, cebîr, zanista dûresmanî jî dabeş dibe.

Ev ferheng, berhema xebateke têr zehmetî û dijwarî ye ku bi qasî çar salan bêyî ku bêzarîyekê di me de ava bike, bi geşî û bi dorfirehî hatiye kirin. Û tevî ku em pê dizanin ku her xebata yekem di xwe de hin kêmasîyên arizî xwe dihewîne jî, em bi şanazî vê ferhengê, bi vî awayê wê, derpêşî we bikarhêneran dikin ku hem bi matematîkê û hem jî bi Kurdî re mijûl in.


FERHENGA TERMÊN MATEMATÎKÊ


376

Kurmanci

Ferheng-Kürtçe-Sözlük

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number