Ji Edîtoran

Em kêfxweş in ku bi kovareka akademîk ya xebatên kurdî Folklor û Zimanê li pêşberî we ne. Folklor û Ziman ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, dê salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derkeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da dê xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih bigirin. Zimanê gotaran, ji bilî kurteyên îngilîzî, bi temamî kurdî ye û çawa ku di vê hejmara yekem da bi kurdîya kurmancî-kirmanckî-soranî gotar hene, em dê hewil bidin ku di hemû hejmaran da dîsa cih bidin dîyalektên kurdî.

Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dê bihên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih bigirin. Di kovarê da dê nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî biweşin.


Folklor û Ziman


192

Kurmanci

2000




Bêjeyên Sereke

Folklor û Ziman
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number