Divê ez di serî de dîyar bikim ku ez ne wêjevan im, ji ber vê yekê wêjevanî ne hedê min e. Ez vê berhema wenda, pêşkêşî wêjevan û xwendevanên Kurd dikim. Divê ev berhem ji alîyê wêjevan û xwendevanan ve baş were nirxandin, ji ber ku ev berhema Ebdurehîm Rehmî Hekarî ya bi navê Gazîya Welat, di zincîra edebîyata nûjen a Kurdî de, xelekeke wenda ya zêrîn bû. Ev e me du cildên Gazîya Welat bi vî avayî amade kir û pêşkêşî xwendevanan kir. Cildê yekemîn dihat zanîn, lê cildê duyemîn qet nedihat zanîn, ji ber ku ne li ber destan bû. Me ew ji dehlîzên dewletê yên tarî, kamçokî derxist. Bi vî awayî me peywireke dîrokî û girîng bi cîh anî. Divê mirov ji bîr meke ku bi sedan berhemên Kurdî yên weke Gazîya Welat wenda ne.

Sedat Ulugana


GAZÎYA WELAT


80

Kurmanci

1986




Bêjeyên Sereke

GAZÎYA WELAT
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number