Omer Dilsoz, vê carê bi romana xwe Gêjevang dikeve dora kanîya Kurmancîyê. Gêjevang, ‘zeman, mekan û qewam'ê di gêjgerînga ruhê xwe de dimeyîne û li kujîyên nepen ên gîyanê şikestî ji pirtik û pirçikên qewamên ji zeman û mekanên cihê cihê rûberekî ava dike û tîne di şikefta Gêjevangê diltenik de distewirîne.

Gêjevang, lixwegerîna ruhekî berze a di nava sir û razên qewamên şikestî de ye. Di serî de meriv dibêje qey ‘her qewam' bi serê xwe li dû bayê xwe diçe, lê pê re pê re mirov pê dihese ku her tiştî, di rêgeheke ruhrehwanî de têkilîyeke psîşîk bi hev re heye. Em, tu carê û li tu dem û dewrê ne bi serê xwe bûne; bi qasî ku em berdewama doya xwe ne, heman wext, em dûmayîka sibeya xwe ne jî.

Di heman metnî de romana Omer Dilsozî ya bi navê “Gêjevang” bi gotinên “Sing li kakila Kurmancîyê çikilandiye û heta kejîyê jêrehiş û bîra axa xwe daçikilîye. Bi Kurmancîyeke reşbelek, bîna herîya wê çikandiye û hilma wê hilgirtiye kezeba xwe Gêjevang, heman wextî ger û gêjên zimên hingaftiye, geşt û kujîyên wî têk vedane û ji mirina xwe mirineke din çê kiriye. Wekî pelekî bi ber ba ketî di nava sir û sûrên dem û dewranên xwe de çerixîye û di gêjgerînga xwe de winda bûye” hatiye ravekirin


GÊJEVANG


342

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2001




Bêjeyên Sereke

GÊJEVANG
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number