GELÊN KU LI WELATÊ XU DİGERE Kurdên Qazaxistanê

Add to Favorites

GELÊN KU LI WELATÊ XU DİGERE Kurdên Qazaxistanê

Prof. Dr Ahmet Özer

Peywend Yayınları

ISBN: 978-625-7568-00-5




Divê tiştên hatine jîyîn em bibîr bînin. Lewre jibîrkirin, ji bo bîranînan mirin e. Ka bifikirin... ew gelê ku ewqas derd kişandine, hatine surgun kirin, meşa xwe di nav mirinê de kirine... ne hêja ye ku bîranînên wan yên

keserkür bên jîyandin....? Dengê we tê guhê min ku bersiva we erênî ye...

bele wisa ye. Divê bihata nivîsandin ku neyê ji bîr kirin. Min jî wisa kir

Di sala 1937ê dest pê dike surgun. Leşkerên Sofyêt, gundê Kurdên we

derê dagir dikin û nîvê şevê dibêjin "bar kin hûnê ji vir derkevin". Cima, li

ku ve… çi kes nizane Bi vê biryarê ve Stalîn, berê Kurden Nexçîvanê dide

waren sar û seqem yên Qazaxistanê. Ser trénên heywanan, di haleke

dijwar de rêwîtî bidawi dibe. Di vê rêwîtîyê de yên dimirin dimire yê din ji

xwe di nav tenêtiyek zîz de dibine.

 

Di wan demên dijwar de Prof. Dr. Nadîr Nadirov hêj pênc salî ye. Ev

zarê piçûk di nav wan pevçûnanan de mezin dibe serê xwe natevîne. Di

dawiyê de jî dibe kesek dewlemend û mereşalê pitrolê. Di şerê cîhanê yê

duyemîn de dîsa Kurd li hember Hîtler ber bi cepheyan ve têne şîyandin. Ve

carê Kurdên Ahiskayê trêna tên bar kirin û ber bi Qazaxistanê ve tên

surgun kirin, Gava şervan ji şer vedigerin, lê dinerin zar û zêçê wan hatine

tune kirin. Çi bi zar û zêçê wan hat. Bersiva vê pirse ye ev pirtük... Kurdên

Qazaxistanê

 

Pirtük serpêhatiya gele ku li welatê xwe digere ye. Qala surguneke

keserkûr, têkoşîneke dijwar û kelijandina birînekî dike. Ev kiteb bi meqseda jîyandina hin bîranînan hatîye zimên. Min jî oksîjen da wan bîranînan.

Hêvî dikim ku dê bibe sedemê xwenasîn û têkoşîneke nû

 


GELÊN KU LI WELATÊ XU DİGERE Kurdên Qazaxistanê


250

Kurmanci

Alevilik Dersim Kitapları

2021




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number