Çîrokên di vê kitêbê de di destpêka salên 80yî de hatine nivîsandin û piraniyan wan di kovarên wan salan de hatine weşandin. Mîna kitêb jî di sala 1986an de derket. Demeke dirêj di ser nivîsandin û çapkirina van çîrokan re buhuriye; lê belê bûyerên çîrokan, rewşa zarokên kurdan, rewşa welêt, tirs û zilma leşkeran hê jî berdewam e.

Gava ez berî niha bi çend salan seriyekî çûbûm welêt û min rewşa welêt bi çavên xwe dîtibû, min ji nû ve çapkirina van çîrokan ji xwe re mîna berpirsiyariyekê dît. Digel ku nêrîna min ya derheqê forma çîrokê de hatiye guhertin jî, dîsa ez bawer nakim ku ez ê îro bikaribim bigihîjim zimanê van çîrokan, germahiya wan, jidiliya wan...

Firat Cewerî


GIRTÎ


196

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

GIRTÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number