“Ez ne ya gundo me, kurê min, mo ez ya gundo me?! Hemo ez jî rodibîm û min mol jê re poqij dikir, min hewşo wî poqij dikir, min ov tonî û cilên wî dişîştin, min xworno wî çê'dkir, mo ez ç'bkim? Kîno min ne'j won însono re ye, kurê min, hê govo ti'd zikê min de bîyî, hikmetê berê wî do wî gundî, min gutê, here, solek bimîne û were nov me. Çi'd bêjê boş e? Qaymeqom nohêle! Qaymeqomê çi, holê çi, kurê min? ”

Gramera Bêhizûr, romana seyem a Şener Ozmenê nivîskare romanen bi nave Rojnivîska Spinoza (Lîs, 2008), Pêşbazîya Çîroken Neqedîyayî (Lîs, 2010) û pirtûka cîye şanazîyê bo kurteçîrokên bi Kurdî ya bi navê Keleh (Lîs, 2012), li ser rêya direj a dibiranînê û danîna qewereya berfireh a deqa bênavend pê berdewam e, bajarê Zexê dike nex, bi şêweyekî gelekî tenik kirasekî bedewîyê difesilîne li bejn û bala Kardoxîyen ku di cîhana sergêjîya bêna ya zimanê xwe de li her derê û her xalê de gêr û tot dibin, lê bi vê yekê re kod û şîfreyen gelek peywendên li ber jibîrbûnê bi saya serê bîra Bozo, Nesîm û Özcan rizgar dikin.

Şener Ozmenê ku xwe dispêre bîrê û deqên bênavend dinivise, bi vê xebata xwe ya gewre ve navendeke ji birrek hemanan pek hatî ya xweserî xwe tîne û di romana Kurdî de ava dike.

Gramera Bêhizûr a çaverekirî xwîneren zîrek û rexnegiren destbikêr vedixwîne deqeke ku parîyekî ji zimanê Kurdî, zaravaya Kurmancî bi xwe tê de rol û dewra serekî digêre.


GRAMERA BÊHIZÛR


216

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

GRAMERA BÊHIZÛR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number