Di vê pirtûkê de bi giştî 32 çîrok hene. Ji bo ku karê lêkolîneran hêsan bibe, çîrok di bin sê serenavan de hatine bicihkirin: Çîrokên Derasayî, Çîrokên Nederasayî û Çîrokên Ajalan. Ji van çîrokan heft jê derasayî ne, şeş jê nederasayî ne û nozdeh jî çîrokên ajalan e. Nemaze çîrokên derasayî yên di vê pirtûkê cihê xwe girtine şax û şovên resen in û bi qasî ku tê zanîn berê nehatine çapkirin. Her yek ji wan nexş û nimûş û remzên cihê cihê di xwe de dinimînin û bi destê xwendevanên digirin, wan noqî nava jiyana xwe ya mîstîk dikin. Yên ne dersayî jî weke ku neynikekê li civaka me bigirin mijarên ji zîrektiyê heta debengiyê, ji hesûdiyê heta çarenûsê di xwe de dihewînin  û li ser van mijaran bi cerebeyên hezar salan şîretan li me tevan dikin. Her çendî çîrokên ajalan bi heman mijaran berê di hin berheman de hatibin çapkirin jî ev jî şax û şovên wan ên cuda ne û şêwaza vegotin û hûnandina wan jî li gor xwe ne.


Gulçîçeka Dilan


254

Kurmanci

Folklor

2021




Bêjeyên Sereke

Gulçîçeka Dilan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number