Wekî nivîskarê kitêbê seydayê Izzedîn Mistefa Resûl bi xwe di pêşgotina xwe a kurt a ji bo vê berhemê nivîsîye de dibêje, “ev kitêb ne lêkolîneke temam û fireh a jîyan û berhemên Melayê Cizîrî ye”. Belê rast e, wekî nivîskarê vê berhemê bi xwe jî dibêje, ev xebat li ser hinek milên jîyana Melayê Cizîrî û şiîrên di dîwana wî de ne, lê di heman demê de bi perspektîfeke cihê û bi çavekî rexnegirî li wan xebatên heta tarîxa nivîsandina vê berhemê hatine kirin dinêre û gelek şîroveyên cihê û bi perspektîfên cihê ên di vî warî de hatine kirin pêşkêşî me dike. Ji ber wê min baş dît ku ez vê berhemê bi Kurmancîya Jorê a zimanê Kurdî amade bikim û bigihînim ber destên Kurmancîaxêvan.


Guli Xatûn


16046551163549

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2000




Bêjeyên Sereke

Guli Xatûn
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number