Di vê berhevoka çîrokan a bi navê “Guneh”ê de, nivîskarê nemir Qedrî Can pazdeh çîrokên cihêreng bi zimanekî nazdar û şîrîn pêşkêşî me dike.

Di xwendina berhemên Qedrî Can de, mirov tê dibîne ku Qedrî Can pêşengê nûjenîyê ye û wî bi rastî jî tefşoyê yekem di rêya çemê nûjenîyê de çikandiye; mirov digihîje wê bawerîyê ku ji nav nifşê serdema Hawarê, ê herî nêzî gîyanê ciwanîyê, niwênerê nûjenxwazîyê û dijminê klasîzmê Qedrî Can e. Ev yek hem ji şêweyê bikaranîna wî ya zimên û hem ji naveroka mijarên wî dîyar dibe.

Piranîya çîrokên Qedrî Can li ser rabihurîyê û dema zarokatîyê ne. Di çîroka “Serencam”ê de, nivîskar serpêhatîya xwe û birayê xwe Fethî ya zarokatîyê tîne zimên. Di çîrokê de, nivîskarê me xwe wekî sûcdar û gunehkarê mirina birayê xwe dibîne ku em bi xêra vê çîrokê temenê nivîskêr jî dinasin.

Çîroka “Rovîyê xapînok” ji folklora Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên rovî ye, li ser pepûkî û çavpehnkirina kewk û çêçika mirîşkan e.

Di çîroka “Sehên Zozanan” de, nivîskar wekî ku serpêhatîya vê çîrokê jê re hatiye gotin dinivîse. Dibêje: “Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe nedîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye…”

Bi zimanekî rewan û qelemeke zêrîn, pêşengê nûjenîyê û berdevkê kenegirîya zarokatîya xwe û me, Qedrî Can me di çivangeyên çîrobêjîya xwe ya hestyar de dizîzikîne.


GUNEH


104

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

1986




Bêjeyên Sereke

GUNEH
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number