Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja1943'an 57 hejmar derketine. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin.  Alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewan kir. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû.

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin

Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15'ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.


Hawar


Kurmanci

Dergi




Bêjeyên Sereke

Hawar
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number