Pirtûka gorbehişt Osman Sebrî ya bi navê “Hevalê Çak” cara yekem ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve tê çapkirin. Pirtûk ji gotar û nivîsên pexşanî yên nemir Osman Sebrî pêk tê ku du birên wan di demên cuda di kovarên Hawar û Ronahîyê de hatine weşandin û birê sêyem jî ji hinek destnivîsan pêk tê ku ev cara yekem tên weşandin.

Naveroka piranîya van gotar û nivîsan li ser camêrî, mêrxasî, lehengî, serîhildanên gelê Kurd, qewimîn û malkambaxîyên ku hatine serê Kurdan, fen û fîtên dijminan û parçekirina çarenivîsa gelê Kurd e. Pirtûk her weha hinek çîrokên Osman Sebrî yên wekî “Li Goristaneke Amedê”, “Şeytanqûnî” û “Li Pêşberê Yarê” di nav xwe de vedihewîne, ku xwîner di hûnandina van çîrokan de rastî vegotineke şîrîn û pêşketî tê û pê ditehmije. Li alîyê din, pirtûk hinek çîrokên gelêrî yên jinûvenivîsandî hembêz dike ku Osman Sebrî ew di qalibekî wêjeyî yê nazik û berdil de ro kirine.

Bi rêya xwendin û lêkolîna li ser van gotar û nivîsan, mirov dikare rewşên civakî, olî û rêzanî di destpêka sedsala bîstan de li Kurdistanê, nemaze li Bakurê Kurdistanê, nas bike û li ser bisekine.

Apê me Osman Sebrî bi van gotar, çîrok û nivîsên xwe, bi gîyanekî Kurdewar ê hestyar û bi pênûseke hem tûj û hem rewan gelek behsên girêdayî dîroka Kurdistanê raberî me dike.

 


HEVALÊ ÇAK


240

Kurmanci

2011




Bêjeyên Sereke

HEVALÊ ÇAK
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number