Pirtûka ji aliyê Qendîl Şeyxbizînî ve hatiye amadekirin  ku ji Hewlêrê ye. Ji navê wê jî diyar e berhem ji hezar û yek peyvan pêk tê.  Pirtûk ji peyvên kevnar yên kurdî ku îro di kurdî de nayên bikaranîn yan jî hindik tên bikaranîn û ji hin peyvên nûsaz pêk tê.  Ji bo sadekirina zimanê kurdî ev berhem berhemeke bêhempa ye. Peyvên di vê berhemê de şûna peyvên erebî, farisî, tirkî û hwd. yên di kurdî de digire. Armanca vê pirtûkê paksazî û çaksazî ye di peyv û wajeyên kurdî-kurmancî de, anku her peyvek ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin beranber peyveke necur yan jî biyanî ye. Her wiha gelek mebest û armancên din jî wekî:

*  Vejandin û rizgarkirina peyvên kevnar û dêrîn ên kurdî.

*  Girêdana peyv û wajeyên dêrîn û îro.

*  Zengînkirin û rengînkirina zarê kurmancî û têr û tijîkirina zêdetir.

*  Girêdana zarên kurdî û nêzkirina zarên kurdî.

*  Bingehdanîna gelek peyv û amrazên din weke jêder bo sazbûna gelek peyvên din.

*  Pakkirin û çakkirina gelek wate û wajeyên din.

*  Yektakirina waje û zaravayên kurdî.

*  Sazkirina gelek peyvên girîng û pêwîst.

*  Hinek şêwazên cuda di warê peyvsaziyê de.

*  Aşnabûna xelkî ji zimanê kevn ê kurdî. 

û gelek mebest û armancên din ku hûn dikarin li ser bipeyvin.

Pirtûk Hezar û Yek Peyv berhemeke ku zimanas û nivîsyarên bi taybet kurmancî dikanin li ser mijarên pirtûkê nerînên xwe bînin zimên û di warê nivîsandin û lêkolînnan de cih bigire. Berhem her çiqas ji hezar û yek peyvan pêkhatibe jî, ji piranî peyvan bi dehan peyv jê çêbûne, bi vî awayî ew hezar û yek peyvên sereke bûne çend hezar peyv. Ev berhem, di serî de ji bo lêkolînerên zimanê kurdî, ji bo her kesê berhemeke pir dewlemend e ku jê sûdê wergirin.Ev berhem dewlemendiyeke mezin li dewlemendiya zimanê kurdî bar dike. 

 


Hezar û Yek Peyv


217

Kurmanci

Ferheng-Kürtçe-Sözlük

2001




Bêjeyên Sereke

Hezar û Yek Peyv
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number