Wezîre leheng û vebêjê novela Hosta Hovhannes ê ku serborîya bavê xwe Eşo di ser pewendîya bi Hostaye Ermen re raber dike, di heman katê de jîyana li du koçberîya bi zor û zehmetî ya li Ermenîstanê bi xwînerên xwe re par ve dike:

"Hosta Hovhannes hiz dikir ji bave min re beje: 'Eşoyê min'. Cudatîye di navbera temenê her duyan de pir nîn bu: Çar penc sal. Le ev ferqa biçûk nikaribu bibûya sebebê wê yekê ku ew ji bave min re bêje: "Eşoyê min"; eynî weke meriv ji lawe xwe re bêje. Eva yeka ji hizkirina mezin dihat ku ji ya sînorê hevaltîye derdiket û derbas dibû nava tixubê xwîn û qinete. Û eger em we jî bigrin ber heseb ku ew her du hogir ji nijad, ji milete cuda bun, hêja zelaltir wê bê tecrubekirinê ku ewana li hev meze dikirin ne ku weke heval, hogir, dost û kirîv, lê betir, bira û yekî ji wana, Xalê Hovhannes xwe weke birayê mezin didît û bavê min jî, biraye xwe yê biçûk. Min hêja tecrube kir ku bavê min bêbingeh, besebeb bi ser Xale Hovhannes de haqas nedikelîya û nedişewitî."

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, publîsîst û wergerê Kurd ê bi nav û deng Wezîre Eşoyê Hutî Begê; bi novela xwe, Hosta Hovhannes raborîya Kurdên Êzdî yen li Ermenîstanê bi zimanekî herikbar û bi vegotineke hestyar radigihîne pirtûkxaneya Kurden li çarnikalê cîhane.


HOSTA HOVHANNES


70

Kurmanci

Edebiyat - Roman

1986




Bêjeyên Sereke

HOSTA HOVHANNES
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number