Berken Berehê ku wekî helbestvanê “êş”ên civakî dihête nasîn vê carê daye dû êşa işqê. Lê ew işqa daye dû ne ya wî, lê ya her kesî ye. Ango wekî têgeh işq kiriye mijara xwe û xwestiye di ser işqeke takekesî re têgeha işqê şirove (çi metafîzîkî, çi beşerî) bike. Ew ne tenê derdikeve rêwîtiyeke bidestxweveanîna xweşikî û spehitiyê her wiha dixwaze bi me bide zanîn ku jiyan hewldana afirandina spehîtiyê ye ku jê re işq tê gotin. Ji Dûriyê Re, helbesta vê rêwîtiya bêdawî ya afirandina heyîn û hebûna xwe (işqê) ye ku tu carî mirov nikare bi encam bike.Wekî çawa ku ew vedibêje;

 

têgihîştim,

ku eşq

wareke bê wext

û deryayeke pêl bi pêl e

ku tenê li peravên wê

dikarî bikî

geşt û seyranê

 

Berken Bereh, bi ferhenga xwe ya mişt Kurdî û deng û awaza xwe ya vehesîner, me derdixe rêwitiya “işq”ê ya her em hewceyî wê ne.


Ji Dûriyê Re


96

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2013




Bêjeyên Sereke

Ji Dûriyê Re
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number