Xwendevanêd ezîz, ev romana ewilin e ji emrê Kurmancan. Ez çar salan xebitîm ku vê romanê binivîsim. Di vê nivîsara xwe de ez xebitîm ku bidim kifşê qebîleke Kurmancan, çawa di bin bandora padşayan, began û axeleran de li welatê Romê dijî. Çawa belengazî û zelûlîyê li wê derê dibîne û çawa ew xwe li welatê Ûris digire, direve tê. Wan, hê di sala 1877'an de, wexta ku eskerên Ûris hatibûn wê derê, bi çavên xwe dîtibûn, mexlûqetên Ûris mexlûqetekî pak e; xêrxwaz e û qencîya miletê Kurmancan dixweze. Li belgê cimaeta zehmetkêşan; ekinçî ne, rênçberên çolê ne, keda helal ji xwêdana enîya xwe dixwin, lê di nav wan de hene merivên miftexwir. Silêman Beg e, ê xwîna xebatkaran dixwe, malê wan jê distîne, mexlûqetên xwe difiroşe padşayê Romê, her ji bo wê yekê wekî ew karê dibîne. Xema wî nîn e, wekî mexlûqetên wî talan dikin, dişêlînin û birçî dimînin... Di ber çavên we re di vê romanê de derbas dibin merivê mîna Qelender, dewletîyek, ê ku pereyan dide bi selef û wexta xelayê biha biha nan difiroşe, xelqê talan dike. Ew dewletî ye, xwedîyê kerîyên pêz û dewêr e. Xwedîyê çalêd nan e, lê merivekî tima ye. Fikra wî her topkirina xişir, embaret û zêran e. Hûn dibînin dostîya me û Ermenîyan hela di wî wextî de heta roja îroyîn... Hûn dibînin, wekî azabûna wan Kurmancêd belengaz, bi Şoreşa Oktobra Mezin, bi destê Partîya Lenîn (Partîya Bolşevîkan) çê dibe... A li vê derê hûn dibînin mêrxasê romanê, Sehîdê Emer, ê ku ji paşila wan belengazan derdikeve... Helbet, ez ê zaf razî bim, wekî heval di der heqa kêmasîyan de ji min re binivîsin.

Sala 1959'an bajarê Êrêvanê


JÎYANA BEXTEWAR


280

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

JÎYANA BEXTEWAR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number