Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn Bûyerên Kela Dimdimê jî wek çîrokên devkî derbasî nav edebiyata kurdan bûne, bûne bingeha hûnandina destanên helbestkî, roman û bingeha lêkolînên zanyaran. Dimdim bi serhatiya xwe bûye mijara çêbûna beyta Xanê Lepzêrîn û bi destê dewrêşên kurdan gund bi gund, zome bi zome geriyaye. Teqla qafiya vê beytê bi xwe teqla dafikê ye. Dibêjin gava dewrêş an dengbêj ev beyt gotine, cimaet bi dîwankî li dora xwe dane rûniştandin û bi xwe jî li ortê rûniştine û wek şervan, wek piyesan gotine. Wexta neqilkirinê, dema hatine ser dîmenên mêrxasiyê, bi kela xwe ji cihê xwe baz dane, kirine qîr û hawar, pêsîra guhdaran badane, bi wan re şer kirine, li dora xwe xelk bi dîmenên rengîn zindî kirine û bi heyecan hiştine.


Kela Dimdimê


88

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2011




Bêjeyên Sereke

Kela Dimdimê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number