“Hevokan wateyên xwe nînin, wateyan hevokên xwe hene.  Ji ber ku her wateyekê hevokeke xwe nîne jî, çîrok hene...”

Pirtûkeke nû û duyem ji Murat Özyaşarê ku bi pirtûka xwe ya bi navê Bîr Xelata Çîrokan a Haldun Taner û Xelata Çîrokan a Yunus Nadi wergirtibû: Kelogirî.

Özyaşarê ku di Bîrê de dibêje “Hêşta gotin hebû, têk de vegêrrana neyekser bû”, di Kelogirîyê de, vegêrrana neyekser a di gotinê de radike û çîroka di nava gotinê de kaşî berev wateyê dike. Ev çîrokên ku ne pêkan e bêne vegêrran, bes pêkan e bêne nivîsîn, ji bo famkirinê ji xwîneran hêvîya hisîyatê dikin, ne ku kêferateke giran...

Kelogirî bi çîrokên bendewarî nas kirî ve awatê dike ku bigihîje xwînerên xwe û di xwînerên xwe bigere.

“Her kes li dû mirîyê xwe dike tîqetîq; ev e, tu nebê navê vê krîzê, navê vê tîqetîqê ye kenê bêxwê.”


Kelogıri


104

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2019




Bêjeyên Sereke

Kelogıri
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number