Kemanjenê Piçûk, berhema nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porterê ye. Di sala
1916’an de hatiye nivîsandin. David, kurê kemanjenekî navdar e li cîhanê û piştî
hevjîna wî dimire tevî kurê xwe ji holê winda dibe. Bavê David, wî dibe cihekî ku
mirov li tunene, wî li nav xwezayê mezin dike. Xweşiyên jiyanê yên rasteqîn, çiya,
dar, kulîlk û heywanan li ber dilê wî xweş dike. Davidê ku ji mirovan, ji hemû
xirabiyan û gunehan dûr mezin dibe, bi mirina bavê xwe ya ji nişkave bi tenê
dimîne. Êdî ji xeynî kemana wî wekî din tu tiştekî wî tuneye. Davidê ku bi saya
bavê xwe hînî jiyana çiyê bûbû, piştî mirina bavê xwe diçe daxilî nav mirovan dibe.
Diçe kû derê her kes li ber qabîliyeta wî ya muzîkî û bi masûmiyeta wî heyr heyr
dimîne û jiyana mirovan diguherîne. Lewma gava hûn Kemanjenê Piçûk bixwînin
hûn ê jî heyr bimînin.

 


Kemanjenê Piçûk


157

Kurmanci

Çoçuk kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Kemanjenê Piçûk
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number