her ku min lê dinêrî

dibûn çûkên aramiyê

û difirîn ber bi min ve

                          xêzên destên te

dihatin vediniştin ser dilê min

 

her ku li hev diketin

awirên me

bi kelecan dibûm

perên min derdiketin

                       û difirîm ji kêfan

û min ji bîr dikir xerîbî

dibû demsala kulîlkvedanê tenêtî

 

min digot qey çavên destên te hene

ên her dem li min dinêrin 


Kenbaz


88

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Kenbaz
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number