Ji bilî çend serborî û şirovekirinan hêmanên Keşkûlê tev zargotinî ne. Emerîkê Serdar ‘keşkûl' bi vî awayî şirove kiriye:

“… Çawa eyan e, di nava gel de tê gotin Keşkûla Dewrêş Baba hebûye. Wexta ew li nava gel digerîya, kê ji bo xêra xwe çi didayê, wî gişk dikir keşkûla xwe. Di keşkûlê de her tişt berhev dibû. Paşê wexta Dewrêş Baba êvarê diçû malê, ew çi ku di keşkûlê de hebû, vala dikir û ji hev başqe dikir. Min jî texmîn kir, wekî çi ku min di nava salan de berhev kiriye, mînanî wê keşkûlê ye. Wexta hazirkirina vê berhevokê min êdî, çawa Dewrêş Baba êvarê di malê de dikir, qinyat ji hev başqe kirin û nav datanî ser wan. Rast e, keşkûl e, lê qinyat ji hev başqekirî ne.”


KEŞKÛL


184

Kurmanci

Folklor-Zûgotinok/Folklor-Tekerleme

2001




Bêjeyên Sereke

KEŞKÛL
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number