kinyazÊ ÎbrahÎm mÎrzoyÊv: dilÊ min bona merivan dikute

Add to Favorites

kinyazÊ ÎbrahÎm mÎrzoyÊv: dilÊ min bona merivan dikute

Lyûdmîla MAKARÊNKO

Têymîne MÎRZOYÊVA

Doz Yayınları

ISBN: 9786054765454




Di vê pirtûkê da behsa jîyan û karkirina zanyar-rohilatzan, Karmendê emekdar yê Komara Qazaxistanê, xelatgirê ordena «Құрмет» Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev tê kirinê. Doktorê zimanzanîyê, profêsor, akademîsyanê Akademîya Zanyarî ya Navnetewî ya Dibistana Bilind û Akademîya Zanyarîyên Civakî ya Qazaxistanê K. Î. Mîrzoyev weke 50 salên xwe dîyarî pêşketina zanyarîyê û perwerdehîyê kirîye. Ewî mamostatîya zanîngehan kirîye, serokatîya dayîreyên zanyarî-pedagogîyê yên mezin kirîye û kedeke mezin kirîye nava edebîyeta zanyarîyê da. Ew xudanê zêdeyî 500 nivîsên zanyarîyê ye, di nava wan da weke 30 berhem û pirtûkên perwerdehîyê-metodîyê. K. Î. Mîrzoyev karê xwe yê profesyonalîyê bi êginî berdewam dike, serokatî li kafedra fîlologîyayê û wergerê ya Rohilatê ya Zanîngeha pedagogîyê ya Netewî ya Qazaxistanê ya ser navê Abay dike. Ew endamê Şêwra Assambleya gelên Qazaxistanê ye, serokê Yekîtîya kurdên Komara Qazaxistanê ya bi navê «Berbang» e, endamê Yekîtîya Nivîskarên KQ û redaktorê sereke yê kovara edebî-wêjeyî, zanyarî-civakî û ronahîdarîyê «Nûbar» e.

Lyûdmîla MAKARÊNKO

Têymîne MÎRZOYÊVA


kinyazÊ ÎbrahÎm mÎrzoyÊv: dilÊ min bona merivan dikute


200

Kurmanci

Biyografi

2021




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number