Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand.  Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn... gelekî tevlihev. Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim...  zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng. Deng ji kesekî derneket, li çepikan jî nexistin. Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû, qevdek gul bilind kir û got:

– Gelî mêvanên ezîz!.. We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir: wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye. Û bi vê tevgera wî, me jî ji Merwanê Îsê hez kir, me ji evê pêşniyara wî hez kir û me li hev kir ku ji îsal û pê ve, em hersal bi navê Xelata meta min xelatekê bidin kitêbekê. Û di dayîna xelatê de jî, em ê hersal evê serpêhatiyê weke bîranîna vê xelatê bixwînin. Loma me xwend.


KITÊBA SALÊ


96

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2000




Bêjeyên Sereke

KITÊBA SALÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number