Di vê romana Sehîdê Îbo ku di sala 1959an de nivîsandiye de ‘emir, rê û rism, urf-‘edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir ‘eyan di destpêka sedsaliya 20an da zelal tê xuyakirin.

Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana ‘emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay ser text davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.

Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî ‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-‘edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin.

Xanna Omerxalî


KURDÊ RÊWÎ


208

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2009




Bêjeyên Sereke

KURDÊ RÊWÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number