KURDÊN SÛRİYEYÊ

Add to Favorites

KURDÊN SÛRİYEYÊ

 GELEKÎ JIBÎRKIRÎ

Kerim Yıldız

Avesta Yayınları

ISBN: 9789944382861




Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê.

Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.

Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana Kurdî lêk dide, derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê.


KURDÊN SÛRİYEYÊ


226

Kurmanci

Folklor-Lêkolîn/Folklor-Araştırma

2009




Bêjeyên Sereke

KURDÊN SÛRİYEYÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number