"Berhemea ku li ber destê we ye, yek ji pirtûkên herî bi nirx û zanistîye ku li ser civaka Kurdistanê hatiye nivîsandin û jibo nasandina Kurdistanê bi cîhanê rolek mezin dilîze. Grîngî, zanistî û dewlemendiya vê pirtûkê, bûye sedem ku di nav navendên rojhılatnasî û kurdnasîyê de bi lez ciyê xwe veke û bibe çavkaniyek baş ji bo lêkolînên zêdetir li ser Kurd û Kurdistanê.Lewra jî piştê çapa yekem di sala 1964an de her zû kete ber pêlên berfıreh ên wergeranê bo çendîn zimanên zindî yên cîhanê...
Armanca min ji vê wergêrandinê, serbarê encamdana çalakiyek jibo bîranîna 25 saliya şehîdbûna Dr. Qasimlû, ew bû ku dubare grîngîya pirtûkê û kesayetiya bilind û enternasyonalîstî a wî cangorîyê azadîyê bi bîr bînim..."
Ji Pêşgotina wergêr bo çapa kurmancî
Selîm Zencîrî