Ez di rojeke wisa

weke îro de çêbûm

Tam hefsed û sih roj berê

di yekê Avrêla nod û yekê de

hilma xwe

min li Amedê girt

li bircên Deriyê Mêrdînê…

Zekiye Alkan nafka min birî

…

tekoşîna min berdewam kir

germahiya yekem

di firehiya devereke teng de

ez jiyam

dar û ber sitara me,

kefiyên bi toz û dûman

lihêfa me,

kevir jî balîf bûn.

Venus li wir

 

veguherîbû Mînoska


Lênûska Leyla


220

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2001




Bêjeyên Sereke

Lênûska Leyla
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number