Pirtûka kurteçîrokan a Sîrasê nivîskarê Ermenî, Letîfe, ji şeş kurteçîrokan pêk tê, ku Sîras ev berhema xwe di 1936'an de bi Kurdî nivîsiye.

Beriya her tiştî û di ser hemû şik û gumanan re ye ku Sîras nivîskarekî pirr xurt e û bi taybetî jî kurteçîroknûsekî qetlaz û jêhatî ye. Qetlaz û jêhatî ye, çi ku wekî berhemekê Letîfe xweş nîşanî me dide ku Sîras di kurteçîrokê de bêhnfireh, şareza, gerdûnî û xwedî hêz û şiyaneke gewre ye. Sîras bi wî zimanê xwe yê lexgîr, hêsan bi wateya “xwendinbarî”yê ve, hem ji aliyê şayesine fizîkî ve, hem jî ji aliyê dahûranên derûnî ve, bergehine berfireh û kûr li ber xwendevanan radixe, ku ev yek her bi tenê reng e ji pênûsa nivîskarekî “zor” derê:

Bi LetîfeEsmerTeyr û KurmHewesa ‘EmirKulîlkên Biharê û Tilismeyê, bi şeş kurteçîrokên xwe yên ku jiyanê, bextewariyê û azadiya jinan, bi pênûsa nivîskarekî Ermenî, bi Kurdî dihevrînin, Letîfeya Sîras dibêje xwendevanên xwe yên nifşê nû: “Ji dinyayê ne şîn tê hilatinê, ne jî şayî.”

Kurteçîrok be û we xwendevanan klasîk bivê, a va ye ew klasîkLetîfeya Sîras e.

Piştî heftê û şeş salan, bi weşangerî û edîsyona Lîsê, Letîfeya Sîras. Şeş kurteçîrokên ku wê neyên jibîrkirin.


LETÎFE


160

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2012




Bêjeyên Sereke

LETÎFE
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number