Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin. Serpêhatiya evîna esker Tomás a bi Mercedesê re şevên wan ên tenha dadigire, çîroka êş û kula dilekî birîndar wan bi hevaltiyeke henûn bi hev ve girê dide. Dema bi hev re meseleya windayiyan dikolin, li aliyekî tundûtûjiya bê hed û hesab a şervanên maoîst ên Rêya Ronî, li aliyekî jî bawerî û xurafeyên kevnar ên gelê navçeyê li ber çavan tê raxistin. Roman rûpelekî ji dîroka Perûyê, ligel mîtolojiya qewmên wê yên binecih, bi hostehiyeke bilind vedibêje û mirov matmayî dihêle bi vegotina xwe ya ku serpêhatiyên xerîb, seyr û sawnak mîna ku gelekî nas û nêzîkî me bin nîşan dide. Vê berhema girîng a Mario Vargas Llosa, yek ji nivîskarên herî mezin ên edebiyata Emerîkaya Latîn, ji alî Ciwanmerd Kulek ve ji zimanê wê yê resen bo Kurdî hat wergerandin û ferhengokeke bo manekirina peyvên taybet ên di zimanê yekemîn de û hin peyvên pêwîst ên di Kurdî de lê hate zêdekirin.  

“Ez gelekî heyran û hijmetkar im li hember milletê Kurd û dîroka wan a dilsoj.

Ez dixwazim bi van rêzikan, ligel daxwazên xwe ên herî mezin ên bo serkeftina vî milletî, silaveke ji dil û can bişînim bo xwendevanên xwe ên di vî zimanî de.”

Mario Vargas Llosa

Madrid, Kanûna Pêşî a 2015an


LI ÇIYAYÊN ANDÊ


304

Kurmanci

Edebiyat - Roman

1986




Bêjeyên Sereke

LI ÇIYAYÊN ANDÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number