Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe warekî pîroz û bo nav minaqeşeyeke lahotî-felsefî. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên pîroz û vê carê ew cih jî dêreke Swêdî ya li başûrê Stockholmê ye.
Ev novel li maleke Xwedê, li dêrê dest pê dike û domê dide wan gengeşeyên xwe yên di Gotinên Gunehkar de dest pê kiribûn, lê vê carê bi ziman û gotinên evîndar û bi hestên birîndar û tobedar.

Sidqî Hirorî (Kulturname)


Hesenê Metê di novela xwe ya nû ya bi navê Li Dêrê de bi binmetnekî cihê û bi hîs û gûmanên însanî li ser şopên xapînok e. Hest û hizrên mirovekî dixe bin mercekê û çûnûhatinên wî yên bi êş û elem li ber me radixe.

Hesenê Dewrêş (Radikal)


Li ser vê kitêbê axirî dikarim bêjim noveleke di hizra xwe de ye û diherike û bi xwendina wê hunê jî li ser rêşiyên çîroka xwe bifikirin. “We got erê?”

Sebê Cotkar (Le monde diplomatique-kurdî)

LI DÊRÊ


80

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

LI DÊRÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number