“Firat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin? Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.

- Çi ne ew herdu çek?

- Ol yek, ziman dido.

 - Baş e, mamoste, heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê divê miletê bindest kîjan çekê li hemberî serdestên xwe bi kar bîne da ku bikaribe heyîna xwe biparêze?

- Heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e...”

Di salên nodî de, Firat Cewerî bi riya kovara Nûdemê û bi jinûveweşandina kovara Hawarê, rewşenbîrê me yê bêhempa Celadet Alî Bedirxan ku di sînorê jibîrkirinê de bû, dîsa derxist, gihand nifşê me û aktuel kir. Cewerî, di vê kitêba ku bi forma romaneke modern de hatiye hûnandin, li mala Rewşen Xanimê dibe mêvan û bi Mîr Celadet Alî Bedirxan re dikeve diyalogeke kûr û piralî. Di siya xewn û rastiyê de, portreyekî Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ji dîroka sedsalane hêdî hêdî zelal dibe û tahmeke edebî ya xweş li dû xwe dihêle.


LI MALA MÎR


126

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

LI MALA MÎR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number