Di awirên wî de meraqdarîyeke ecêb hebû. Wek ku dixwest bizanibe eleqeya min rast e yan na.  Ji bo wê bawerîyê bidimê, amade bûm ku gelekî tiştan bikim, lê ew çavên cara pêşîn bûn ku min kelecanekê di wan de didît, Bi lez vegerîyan rewşa xwe ya bê îfade û wek hercar derbasî bişirîna xwe ya vala bûn.

Min keserek kişand û rabûm. Ji carekê ve xwe rast kir û bi destê min girt, got:

“Ji bo zîyareta we spas dikim kurê min!”

 

Di dengê wî de germahîyek hebû. Xuya dikir ku yê dilê min hîs kiribû.


Madonnaya Bi Mantoyê Kurk


168

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

Receb Dildar

2019




Bêjeyên Sereke

Madonnaya Bi Mantoyê Kurk
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number