Di Bakûrê Kurdistanê de, 4.000 gundên kurdan hatibûn şewitandin an wîranekirin. Di sala 1994an de, ji herêma Botêne gundî ji ber zilma artêşa tirk di welatê xwe de dibin penaber. Pêşî tên Gelîyê Qîyametê, paşê derbasî Nînovayê, Sêmêlê û ji wir jî diçine Nehdarê û di dawîyê de jî li Maxmûrê bicîh dibin. Maxmûr, li paş xwe tenê ne rêyên tengezarîyê, qasî ku neteweyek hîn bibe û xwe komîserhev bike, dîrokeke navdar û xemgîn dihêle! Dê paşeroj çawa bê avakirin? Gelo ji dîrokê re wê kî baş bersiva vê bizane?

Nîzamettîn Akkurt çavên xwe baş vekirine, dengê dilê xwe guhdarî kiriye û ev pirtûka nivîsandîye. Em ji vê pirtûkê çi tiştên ku pênehesîyane fêr dibin.

Welatê kurdan weke çar parçe, gund bi gund, malbat bi malbat, meriv bi meriv, dar bi dar û kevir bi kevir hatîye parçekirin.

Welatek ji kû derê dest pê dike? Welatek; ji şîrê dayika me, ji nameyê evînê, ku me ji bo keçika cînar nivîsandîye, di ser netepitîya xwe de ji wê şimaqa ku me xwarîye ji kekê xwe, ji apê xwe û ji kêfxweşîya bextewar a çavên wî kalî ku, sergovendîyê dikişîne di dawetên taxa me de dest pê dike. Welatek; ji wan kitekitan dest pê dike, ku nixumîne nav dil û mejîyê me û em kirine em!

Welatek gund bi gund, tax bi tax tê avakirin. Welatek, ku dîroka her gundê wê neyê nivîsandin, dîroka wê jî nayê nivîsandin.

Gava ku ez di derbarê pirtûka "Maxmûr Dişewite" ya nivîskarê hêja Nîzamettîn Akkurt de hûr û kûr hizirîyam. Nivîskar, Kurdistanê ji gundekî kurdan dihone û girîngîya "gerdûnîya neteweyî" careke din bi me dide hîssandinê, bi vê pirtûka xwe ya giranbuha. Bajarê Maxmûra penaber, ku Nîzamettîn Akkurt ji pirtûka xwe re kiriye mijar, xaleke biçûk a Kurdistana me ye, belkî jî bajarekî taybet e û "modern"e. Gelek eşîr lê civîyane û bi bingehê xwe gundî ne. Weke ku bajarekî herî nûjen yê Kurdistanê ye, cîhê mezin ê penaberîya kurd ya li Kurtdîstana xwe ye...

Yek jî di nasnameya Maxmûrê de sîyaseteke neteweyî, navneteweyî, berxwedan, xemgînî û hwd. heye.

Fermo em bi vê pirtûka Nizamettin Akkurt bervî bûyer û jîyana Maxmûrê ve herin, ka çawa, ji bo çi ev jîyane ku "Maxmûr dişewite"?


Maxmur Dişewite


112

Kurmanci

Araştırma İnceleme Kitapları

2006




Bêjeyên Sereke

Maxmur Dişewite
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number