Gotareke oldarên Êzidiyan û Xiristiyanan dibêje ku Xwedê razê xwe tenê ji kesê ku ji hemû ol û netewan re rêzdar e, vedike. Ev jî tê wê wateyê, ku divê mirov pêşgo û mîtolojiya hemû gelan bigîhîne hev û bi hevdu re binirxîne. Tenê bi vî awayî mirov dê bikaribe rastiya pêşgo û mîtoloji- yan fêm bike. Lêgerînên bi vî rengî dikarin rastî an nerastiya pêşgoyên ku bi zanebûn hatine guhertin û yên bi navê hin kesayetên navdar hatine afirandin, serwext bibe.

Pêşiyên me yên pêşverû zanibûne ku bermayên wan wê di demên pir dijwar û xeter re derbas bin, ji bo wê jî xwezila xwe bi wê Roja Pîroz ya ku bibe roja azadiya bermayên wan, anîne. Di heman demê de wan zanibûye ku rojekî ji rojan bermayên wan wê li ristemkarekî bigerin. Ji bo ku di rojên dijwar de gel bêbawerî û bêmoral nemîne, remildarên xemxur pêşgoyên xwe wek mîras ji bermayên xwe re hîştine. Ji bo ewlekariya xwe û ewlekariya Ristemkarê Pêşerojê, wan pêşgoyên xwe bi zimaneke veşartî, çîrokwarî û sembolî ragihandine.

 

Heta niha jî di bîra gelan de ye ku dema sê pîrên Zerdeştiyan ji Îrod re behsa jidayîkbûna Îsa dikin, Îrod şûna ku bi pêşgo û qedera ji jor ve hatiye diyarkirin kêfxweş bibe, biryar dide hemû zarokên kurîn ên bi temenê heta du salî, bên kuştin. Mezelên komî yên zarokên nûjidayîkbûyî ku van salên dawî hatine dîtin vê bûyerê piştrast dikin. Ev ne nimûneyeke tekane ye. Di rewşeke wisa de zaniyar û remildar nikaribûn derbarê Ristemkar (Mehdî) de agahiyên zelaltir bidin. Ji xwe yek ji sedemên ku komkujî li ser oldarên Êzidiya û Zerdeştiya pêk hat, zanîna razê (sirê) derbarê hatina Ristemkarê cîhanê bû. Li gor destnîşana vê olê divê Ristemkar ji kurda derketiba. Bêguman ev yek ne li gor dilê neyarên gelê kurd bû.


Mehdiyê Kurd


362

Kurmanci

Kürt Edebiyatı İnceleme

2021




Bêjeyên Sereke

Mehdiyê Kurd
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number