Silêvanî di romana xwe Meryemayê de gelş û pirsgirêka jinê, ku ji ber nasnava jinbûnê ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin, bo xwe jî dike arîşeyeke hebûniyê û di nava romana xwe re vê yekê bi me re nîqaş dike. Û di riya vê yekê re jî desthilata mêrane dide ber pirsan.

Gelşa jinê, ku di roja îroyîn de gelşeke taybet e û bi sedema hebûna mirovahiyê ve vebestî ye, li gel civak û komelên din ên cîhanê, hê jî serî li civaka Kurdan jî digerîne. Nivîskar di romana Meryemayê de disîplînên wekî ol, felsefe, îdeolojî, sosyolojî, wêje û çand, her yekê dike tewqeke romanê û me vedixwîne nava nîqaşê; bi pêdeçûna xwendinê re bi me dihisîne ku ev gelş a me hemûyan e jî û ji me tu kes nikare jê ta bide; û dike ku em ji xwe bipirsin û bibêjin: “Gelo arîşeya jinan çi rê û çareserî jê re divê?”

Meyrema. Ji romannûs Sebrî Silêvanî romaneke ku bi mijara xwe ve girîngiya kêşeyeke civakî tîne bîra xwîneran.


MERYEMA


118

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2011




Bêjeyên Sereke

MERYEMA
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number