Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê; hatine berhev kirin. Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye; lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e.

Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin.

Kefên zîvî jê hilîne; ji bona zîvker guldankek derdikeve.

Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne; pê textê wî bi edaletê qaim dibe.

Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire.

Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor; û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî.

Bê giranî me be dawadarê tiştekî; ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî.

Bi xelkê re doz û dawa xwe bike; lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke.

(Bide eqlê xwe), yê ko bihîstiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe.

Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke: zîv e.

Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in.


METHELOKÊN HEZRETÊ SİLÊMAN


Kurmanci




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number