Aliyek Roman aliyek Nirxandin e ‘Miriyê Heram'

Romana Bavê Nazê ya bi navê ‘Miriyê Heram' mijara ziman û asîmîlasyonê careke din di rojeva kurdan de bi cih dike û tîne merheleyeke nû. Bavê Nazê ku di romana xwe ya nû de bala xwendevan dikişîne ser karesat û têkçûnên zimanê civakan û berê xwendevên careke didin dide ser bûyerên ku diqewimin.

Zimanê kurdî ji aliyê rêxistin û tevgerên kurdan ve wekî xaleke dawî hate nirxandin. Perwerdeya ziman, edebiyat û dîroka edebiyata kurdî wekî perwerdeyeke zêde û fantezi hate dîtin. Tiştên ku di encama vê dîtinê de derketin holê û jiyan li kurdan kirin wekî karesat, mijara romana Bavê Nazê ye.

Mijara ziman bi salan e ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û kesên bihîstyar ve tê nîqaşkirin, nivîsandin û nirxandin. Bavê Nazê di romana ‘Miriyê Heram' de aliyên ku heta niha em li ser neaxivîne û wekî qutiye pandora girtî mane jî datîne ber xwendevan.

Roman ji bilî mijara xwe bi tevn, sazkirin, honandin, îronî, rexne û vegotina xwe jî nahêle ku xwendevan pirtûkê ji destê xwe dayne.


MIRÎYÊ HERAM


76

Kurmanci

Edebiyat - Roman

1986




Bêjeyên Sereke

MIRÎYÊ HERAM
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number