Mîro - Seta Pêşdibistanê

Add to Favorites

Mîro - Seta Pêşdibistanê

Mem Bawer

Yayınevi : Mori Yayınları

ISBN: 9786059426114




DI NAV SETÊ DE

1-Mîro- Fêrî Demsalan Dibe
2-Mîro- Fêrî Hejmaran Dibe
3-Mîro- Diçe Newrozê
4-Mîro- Dibe Astronot
5-Mîro- Diçe Dibistanê

 

1-MÎRO- Fêrî Demsalan Dibe

Mîro, di vê pirtûkê de fêrî navên demsalan dibe. Bi dorê di zivistan, bihar, havîn û payîzê da tevî malbata xwe û hevalên xwe dilîze. Di her demsalekê da fêrî tiştên gelek xweş dibe. Ji kalê xwe Mîrkal fêrî çandinîyê dibe û paşê bi hev ra strana demsalan distrên. Mîro di demsala havînê da hevalekî nû jî nas dike.

 

2-MÎRO- Fêrî Hejmaran Dibe

Mîro rojekê li mitfexê li cem dêya xwe rûniştîye û xwarin dixe. Mîro, li wir ji dêya xwe navê şiklan hîn dibe. Paşê ji hevalê xwe Sîmore jî fêrî hejmaran dibe. Ew hevalên xwe bi hev ra dijmêrin, dilîzin û fêrî tiştên nû dibin. Di vê pirtûkê da li ser jimaran starenek jî heye.

 

 

3-MÎRO- Diçe Newrozê

 

Di vê pirtûkê da Mîro, ji bavê xwe Destana Kawa û çîroka Newrozê guhdarî dike. Paşê roja din tevî bavê xwe cil û bergên kurdewar li xwe dikin û diçin li qadê cejna Newrozê pîroz dikin. Ev pirtûk bi awayekî helbestkî hatîye nivisîn.

 

 

4-MÎRO- Dibe Astronot

 

Mîro di vê serpêhatîya xwe da, rojekê li odeya xwe dilîze û her carê dixwaze bibe tiştekê. Mîro carcaran dixwaze bibe, wênesaz, mamoste, avahîsaz, bijîşk, agirkuj, astronot, muzîkjen û şanoger. Di vê pirtûkê da zarok bi saya Mîro hemû pîşeyan nas dikin. Fêrî taybetîyên pîşeyan dibin.

 

 

5-MÎRO- Diçe Dibistanê

 Mîro dest bi dibistanê dike. Ew û hevalên xwe diçin dibistanê wêneyan boyax dikin, di dersa bîrkarîyê da fêrî jimaran dibin. Li xwaringehê xwarin dixwin. Bi pêlîstokan dilîzin û ji mamosteya xwe fêrî strananan dibin. Hevalê wan Soro naxwaze biçe dibistanê lê paşê ew jî tevli wan dibe û ji dibistanê gelekî hez dike.


Mîro - Seta Pêşdibistanê


Kurmanci

Çoçuk kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Mîro - Seta Pêşdibistanê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number