Her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe.

Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê.

“Di nav berhemên Antoine de Saint-Exupéry de, pirtûka Mîrzayê Piçûk berhemeke yekta û bêhempa ye. Ew dinav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirûda evîneke xemgîn e. Di vê pirtûka ku cîhekî taybetî di nav berhemên nivîskar de distîne, Saint-Exupéry dixwaze bibêje ku her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê.

Mîrzayê Piçûk ji bo zarokan hatiye hûnandin, lê ew dikare mezinan perwerde bike û wan ji reh û koka wan ve bihejîne. Da ku em bidin xuyakirin çiqas cîhê vê pirtûkê di nav edebiyata cîhanê de mezin e, ew hatiye wergerandinî bêtirî du sed zimanû zarav û devokan û bêtirî 80ê milyon nusxeyan jê hatine firotin.”

Fawaz Husên


MÎRZAYÊ PIÇÛK


100

Kurmanci

Çoçuk kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

MÎRZAYÊ PIÇÛK
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number