Haîkû şêweyekî helbestê yê Japonî ye û li hemû cîhanê gelek helbestkarên gelek wêjeyên ji yek û din cîyawaz her hez jê kirine û her tim hewil dane ku bi zimanê xwe haîkûyan binivîsin û heta niha li ba Kurdan jî ev şêwe her hatiye ceribandin, lê berîya vê berhema haîkûyan a Kawa Nemir, helbestkarê gewre yê Kurmancîyê Berken Bereh ev şêwe bi berfirehî ceribandiye û hemû haîkûyên wî bi salan berê di nava çapa hemû berhemên wî Dilê Min Palgeh e ji Işqê Re de hatibûne weşandin. Renge bête gotin ku Morana Gerdûnê, Bayê Labûte ya Kawa Nemir di warê haîkûyên bi Kurdîya bi Kurmancî de duyem gewretirîn teşebus e û çêdibe ku rêya li ber helbesta bi Kurdî xweş bike ku ew bi derfet û delîveyên xwe ve xwe li astên dîtir ên cîhanê biceribîne.


Morana Gerdûnê / Bayê Labûte


142

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

1986




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number