Narê

1.

 

Gerê gundê me gul dane,

Guhêr bûne karî,

Gulek narîn min nav da dî,

Ji ezman da barî…

 

Rewşê ezmîn hîv û siteyr in,

Şemsê şemalbarîn,

Rewşê erda qîz û bûk in,

Gul-bûkînê narîn.

 

Dinyalikê çi qa sar bûya,

Çi cenimek tarî,

Ger natana rû-hewata

Gul-bûkînê narîn…

 

Rojê Xwedê cuda ne tim,

Yek sayî ye, yek ewr,

Roja we li şerqê hiltê,

Ya min hewşa himber…

 

Şemshevînno, mekin lome,

Çav divîne axir,

Bîn diçike, dil davêje,

Û zar dive agir…


Narê


136




Bêjeyên Sereke

Narê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number