Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadkirin û bidestxistina selahîyetan di nav federasyonên ku ew tê de ligel neteweyên din dijîn û bi wan re di nav şirîkatîyên cuda de ne. Gagnon van federasyonan wekî “federasyonên pirneteweyî” bi nav dike û hewl dide vê têgehê wekî cureyeke cuda û taybet ya federasyonê binecih bike. Pêşnîyara wî ew e ku cemawerê neteweyên kêmîne divê fikra du rêçên nû yên hev-temamker bikin ber bi federalîya pirneteweyî ve. Rêça ewil, divê ew ji bo rizgarî û azadbûna neteweyî bixebitin –bi şiklê bikaranîna mafê çarenûsî di nav federasyonê de– bi rengê veguhertina federasyonê li ser bingehê muzakereyan wisa ku federasyon rê bide rizgarîya neteweyî û rêxweşker be ji bo binecihbûna wê. Rêça duyê, divê ew di nava neteweya kêmîne de ji bo desthiltdarkirina neteweya xwe bixebitin bi rêya bikaranîna hêz û selahîyetên xwe yên çarenûsî û bi awayên nû yên beşdarîya sivîl û çandî di jîyana cemawerî ya neteweya xwe de.

James Tully (Profesorê Zanistên Siyasî)

 


NETEWEYÊN KÊMÎNE


204

Kurmanci

Araştırma İnceleme Kitapları

2006




Bêjeyên Sereke

NETEWEYÊN KÊMÎNE
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number