Nûbihar 154

Nûbihar: Jimara 154 Jimara dawîn ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û bi wergerên curbecur derket! Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik di nivîsa Edîtor de dibêje, bi vê jimarê 24 cildên Nûbiharê tije bûne. Rohat Alakom li ser Xwendegeha Mamosteyên Kurd “Têxnîkûma Kurmanca” ku di sala 1931ê de li Rewanê ava bûye nivîsiye. Ayhan Geverî di nivîsa xwe de li ser belavbûna sûretê radiweste û di navbera vîrûsa ji Çînê hatiye û sûret û îmajên qedîm de peywendiyê çêdike. Kaloyê Qizilê li dora 115 sal berê li gundê Qizilê ku li ser Sarîqamîşê ye hatiye dinê û paşê gelek nav daye. Ahmet Aras di vê jimarê de çend macerayên wî nivisîne. Murad Celalî, di bîranînên waliyê Mûsilê yê Osmanî Ebûbekir Hazim Tepeyran de, li ser Kurdên Mûsilê û Alayên Hemîdiye nivîsiye. Lêkolîner û dîrokzan Ismaîl Şemis derbarê fermanrewayiya Kurdan ya li Aras û Sebelanê de nivîsiye. Nevzat Eminoğlu behsa xizmeta ku Sultan Selaheddîn û Dewleta Eyûbî ya ji bo Kurdan kiriye dike. Demek berê Fatoş Guney li ser mêrê xwe Yilmaz Guney kitêbek nivisîbû. Rahmetullah Karakaya li ser sînemagerê mezin Yilmaz Guney nivîsiye. Di vê jimarê de, bi Dimilî/Zazakî çîrokek ji Osman Aytar, nivîsek ji Şaban Şenateş û wergerek jî ji Melayê Cizîrî ji O. Faruk Çetînkaplan heye. Occo Mahabad di vê jimarê de li ser mewlûdên Dimîlî/Zazakî nivîsiye. Nihat Gültekin vê jimarê bi Dr. Nûra Cewarî hevpeyvînek çêkiriye. Wekî din, Rojen Barnas, Berken Bereh, Sîpanî, Ferhad Pîrbal, Sidîq Gorîcan, Roşan Lezgîn, Mutî, Abdullah Can, Bamed Serdar, Abdullah İncekan, Mewlana Celaleddînê Romî, Konê Reş, Raif Yaman, Ahmed Arif, Kevok Mizgîn, M. Xalidê Ertoşî, Mehmet Arslan, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Evdilxaliqê Îsa û Lokman Polat keda dane vê jimarê… Süleyman Çevik


Nûbihar 154


Kurmanci

Dergi

2021




Bêjeyên Sereke

Nûbihar 154
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number