Derbarê Nûbiharê De

Nûbihar, hem kovar e, hem jî weşanxane ye. Ji alîkî ve em du heb kovaran derdixin, ji aliyê din ve di cûrbecûr kategoriyan de kitêban diweşînin. Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye. Di Cotmeha 1992yan de jî kovara Nûbiharê dest bi weşana xwe kiriye. Ji sala 2014an virde jî em kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin.

Weşanxana Nûbiharê û Kent Işıkları

Em kitêbên xwe hem bi navê Nûbiharê, hem jî ji sala 2003yan virde bi navê Kent Işıkları diweşînin. Di cûrbecûr kategoriyan de, di bin navê van herdu weşanxaneyan de, me heta niha ji 360î zêdetir kitêb weşandine.

Kategoriyên ku me bi wan kitêb weşandine ev in: Dîrok û Lêkolîn, Klasîk, Ferheng û xebatên zimanî, Dînî, Kurdolojî, Jînenîgarî û Portre, Edebiyat/Roman-Hîkaye-Çîrok-Helbest, Înşa/Ceribîn, Xebatên Edebî, Çand û Folklor, Zarok û Edebiyata Zarokan.

Di pêşerojê de em dixwazin van kategoriyên xwe dewlemendtir bikin û cûreyên nû li weşangeriya xwe zêde bikin.

Hinek taybetmendiyên weşangeriya Nûbiharê hene. Yek ji wan ya herî balkêş: Em bi herfên Erebî jî kitêbên Kurdî diweşînin. Em dizanin, di nava Kurdan de medrese cihekî gelek muhîm digrin. Edebiyata Kurdî, şairên Kurdan yên bingeha Edebiyata Kurdan danîne tev ji medresan derketine. Nûbihar di dema îro de weke medreseyek modern, bi cûrbecûr kitêbên ku weşandine hem xîtabî nifşên îro, hem jî bi kitêbên xwe yên herfên Erebî xîtabî mensûbên medresan dike. Bi hawî Nûbihar, di navbera do û îro de weke pirekê dixebite.

Kovara Nûbiharê

Me kovara Nûbiharê ji destpêkê ve hetanî îro xwerû bi Kurdî derxistiye.

Ji sala 1992yan hetanî sala 2000î heşt salan mehane, bi temamî 86 jimar derketiye. Paşê du salan navber daye weşana xwe. Di sala 2002yan de careke din, bi jimara 87an, weke kovareke sê mehî dest bi weşana xwe kiriye. Herî dawîn jî me jimara 150î derxistiye.

Di van jimarên Nûbiharê de li ser mijarên cûrbecûr gelek nivîs derketine. Helbesta klasîk û helbesta modern, çîrokên bav û kalan û hîkayeyên modern, tehlîlên edebî, ceribandin, hevpeyvîn, nivîsên rojane û siyasî, wergerên ji cûrbecûr zimanên dunyayê, meala Qur’anê, wergerên hedîsan û gelek mijarên din dem bi dem di Nûbiharê de cih girtine.

Di van salên derbasbûyî de kovara Nûbihar ne tenê ji bo xwendevanên xwe, ji bo avakar û xebatkarên xwe jî bûye mektebeke Kurdî. Gelek kesên xwendin û nivîsandina Kurdî ji Nûbiharê hîn bûne, paşê bûne nivîskarê kovarê. Gelekan ji wan kitêb jî nivîsandine.

Kovara Nûbiharê bi dîroka 2020an 28 salên xwe qedandine. Wekî cild jî 23 cildên xwe temam kirine. Ev cild bi temamî Kurdî ne. Her cildek teqrîben nêzîkî 400 rûpelî ye. Ev jî bi hezaran rûpelên Kurdî dikin.

Nûbihar Akademî

Ji sala 2014an virde jî em kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin.

Nûbihar Akademî kovareke bihekem, akademîk û navneteweyî ye ku gotarên kêrhatî yên li ser Kurdolojiyê diweşîne. Bi rêbazeke akademîk cih dide her cure nivîsên zanistî, yên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin, ji hêla hekemên pispor ve ku navên wan tên veşartin, bi sîstema “hekemtiya kor” tête nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî di demsalên bihar û payîzê de, salê du caran tê weşandin. Heta niha 12 jimarên wê weşiyane.

Zimanê weşanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û Îngilîzî ye.

 

berhemên


Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number