Otobîyografîya Ebdurezaq Bedirxanî

Add to Favorites

Otobîyografîya Ebdurezaq Bedirxanî

Celîlê Celîl

WARDOZ

ISBN: 9786052003206




Ebdurezaq Bedirxan, di vê pirtûkê da, qala têkoşîn û liberxwedana salên berî Şerê Cîhanê dike. Celîlê Celîl, ev pirtûk di arşîva rûsan da dît û wergerand ser zaravayê kurmancî. Ev hem, ronahîyê dide ser jîyana Ebdurezaq Bedirxanî, hem jî dide ser bûyerên ku di wan salan da li Serhedê û Kurdistanê qewimîne.

   “Ji roja ku min peywendîya xwe li gel karmendên rûsan ên leşkerîyê û sîvîl danî, min dengê xwe tu caran ji gotina eşkere nebirîye, ku gava ez ji bona karê Rûsyayê dixebitim, ew hemû ji bona armanca xizmeta pêşveçûna miletê min e.

 

  Daxwaza min a bingehîn azadîya Kurdistanê ye di bin bandora Rûsyayê da, ji ber ku di nava wan dewletan da, yên ku cîranên me ne, tenê Rûsya ye dewleta pêşveçûyî û kultura wê ji hemûyan hêsantir dikare bi dergehê wê ve derbasî nava me bibe. Bona pêkanîna vê projeyê ji her tiştî pêştir, divê em nîrê tirkan bi wê da biavêjin. Ev e ew xal, ku li ser wê berjewendîyên me û Rûsyayê digihîjin hev.” 


Otobîyografîya Ebdurezaq Bedirxanî


96

Kurmanci

Biyografi

2019




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number