“Gilokên xwînehêsirê dîsa ji nav erzêla bijangên raketî wekî baraneke bêpejn barîyan.”

Pêşî Welat xewn e; Azadîya welêt jî payîzok û nehwirandineke dilveker e. Paşê Welat dibe rastî; lê Azadî her û her baskokirî dimîne. Di Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê de, romannivîs vê rastîya jehrdar a Kurdan berbiçav dike. Bûyerên romanê ku li parçeyê Azad ê welêt rû didin, rewşa civakî, sîyasî, aborî û helbet derûnî ya gelê Kurd li wî parçeyî dadihûrîne û şirove dike. Welatê ku Bêxwedîyek nema û bazara xwe lê nebirî; îroj Xwedîyek nema û şûrê xwe li bejna wî neceriband. Romannivîs bi çavên keçeke Kurd a ku li derveyî welêt rabûye, kitekitên jîyana qidûmşikestî û axîna nixumndî, jan bi jan û kul bi kul li ber çavan radixîne. Romaneke ku hem qîrînk e hem guwahîyek e: Guwahînameyek di der barê hemû şikestin û kêmasîyên azadîya ku çavên me li ser rêya wê qerimîn. Geh li ser jina ku ew û mafên xwe ji hev û du xeyidîne, geh li ser keysbazên ku xwe avêtiye dawa Neyarên duh û Yarên îroj û geh li ser bextreşîya Cangorîyên duh û Jibîrbûyîyên îroj.


PAYÎZOKINE ÇAVŞIL JI DILÊ XEWNÊ


366

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2014




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number