Christophe rojnamenûsekî fransî ye, hatiye Kurdistanê, tenê dixwaze bizanibe çima kurd berê xwe didin Ewropa û daxwaza penaberiyê li welatên ewropî dikin. Tam di wextê şer de hatiye, hêzên amrîkî hatine Iraqê, Kurdistan û Iraq jî di nava şer de ne. Leşkereke amrîkî bi paraşûtê dadikeve gundekî Kurdistanê. Li ser bên, li ber cihê axayekî dikeve. Qaleqoz dibê, ox xwedê hê li vê dinyayê te hûriyek ji min re şand. Çar jinên wî hene, dixwaze bike “hefser”a xwe ya pêncemîn. Lê îslamî keçikê direvînin. Her tişt tevlihev dibe, Şehrazad dinase, wergêrî dike bo wî. Rewş aloz û berevajî dibe, Christophe xwe yekser di nav teşqele û rûdanên welêt de dibîne, rojnamenûsê fransî ku li pey pirsa “kurd çima dixwazin li Ewropa bibin penaber” ketiye vêga dixwaze li Kurdistanê bibe penaber û li pey xewnên xwe biçe. 

“Xewn weke eşqê ye. Tu tenê dikarî aşiq bibî lêbelê paşî nizanî ka ev eşq çi ji te re tîne, çi bi serê te tîne; baş e yan xirab e? Bextewerî yan bextxirabî?

 


Penaberekî Fransî Li Kurdistanê


84

Kurmanci

Tiyatro-Sinema-Senaryo

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number