Ev kitêb, beşek ji kitêba kurdolog, rojhilatnas û lêkolîner Vladimir Minorsky ya bi navê Studies in Caucasian History ye. Beşê sisiyan a vê kitêbê bi sernivîsa “Prehistory of Saladin” lêkolînek li serSelaheddîn û pêşiyên wî ye.

... Selaheddîn berî gelek dost û hevalbendên xwe ji hêla dijminên xwe, bi taybetî jî yên xaçparêz weke lehengekî dîrokî hatiye ecibandin.

Selaheddîn fermandar û siltanekî wisa zîrek û xweşbirêveber bûye ku dikaribû rewşa dîrokê biguhere û împaratoriyeke mezin ku sînorên wê ji çiyayên Kurdistanê digihan heya deverên bakurê Afrîka yanî Tunis, Sûdana niha û der û dorên wan, ava bike. Selaheddîn dikariya ji jora çiyayên Kurdistanê heya Anatolya Navîn û Cezîreyê, ji erdê Yemenê heya çol û pesarên bakurê Afrîka yên mîna Tunis, Sûdan, Libya û der û dorên wan, leşker bixwesta û pêk ve bi yek hestê li ser dijmin bicivanda.


PÊŞDÎROKA SELAHEDDÎN


96

Kurmanci

Folklor-Lêkolîn/Folklor-Araştırma

2008




Bêjeyên Sereke

PÊŞDÎROKA SELAHEDDÎN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number