Pêşmerge

Add to Favorites

Pêşmerge

Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî

Rehîme Qazî

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014953




Pêşmerge, çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê romannivîsîya bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin dîyarkirin.

Romana “Pêşmerge”yê ya Remîmê Qazî bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin ku nivîskar tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin, rewşa derebeg û gundîyan, zor û zordarîya mîr û piştevanîya Şoreşa Mehabadê ya ji alîyê hemû eşîr û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve radixe ber çavan û wekî eynikê wê bi xeleka dîroka Kurdistanê ve girêdide.

Romana “Pêşmerge”yê cara yekem di sala 1959'an de li bajarê Êrîvanê, di sala 1961'ê de li Bexdadê bi Kurdî û di sala 1963'yan de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê Kurditsanê ji alîyê xwendevanên Kurd ve, bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd ve pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin û di gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîs li ser hatine weşandin, pesin û rexne li ser hatine kirin.

Nivîskarê “Pêşmerge”yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan; wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê, pêwendîyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker bi Kurd û Kurdayetîyê re û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik.


Pêşmerge


120

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

1986




Bêjeyên Sereke

Pêşmerge
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number